Hilfetelefon "Gewalt gegen Frauen"

Telefona Hewarê ya li dijî şideta beramberî jinan

Salê 365  rojan, rojê 24 saetan, bi awayekî belaş hûn dikarin xwe bigihîninê

Telefona Hewarê ya li dijî şideta beramberî jinan, derheqê her rengê û şiklê şidetê de xizmeta şêwrê dide jinên mexdûr: di şideta nava malê û ya cinsîkirî de, di zewaca bi darê zorê, bazirganiya mirovan yan jî zerardayîna organîn cinsî (wekî sineta jinan, têbîniya wergêr e).

Herçî şêwr e, bi awayê ku nav û nasnameya we veşartî be û mahrem pêk tê û bi alîkariya wergêrên bi gelek zimanan tê misogerkirin.

Şêwirmendên me mirovên pispor in ku xwedî tecrûbe ne di warê şêwirmediya jinên  bûyî mexdûrê şidetê de. Ew şêwirmendiya destpêkê ya psîko-civakê û destwerdana rewşa krîzê (hewarê) dikin. Li ser daxwazê, ew navbeynkariyê dikin da ku kesên li alîkariyê dipirsin bigihin sazî û dezgehên piştgirî û alîkariyê yên li cihê cih yên wekî Dezgeha Şêwirmendiya Jinan yan jî Stargeha ji bo Jinan yên nêzîk.

Nas, xizm û pisporên destekkar û alîkar jî dikarin telefonî vê hejmara Telefona Hewarê bikin.

Ev xizmeta şêwirmendiyê bêyî ku li çîn û nasnameyên civakî û etnîk, baweriyên dînî û biryarên cinsî ûnasnameyên kesa li alîkariyê dipirse, were nihêrîn tê misogerkirin.

Bi me re bipeyivin. Bi hev re em ê bersivan peyde bikin.

Hûn dikarin bi vê hejmarê xwe bigihînin me: 116 016

Materyalên

Li vir jî hûn dikarin materyalên me yên agahdarkirinê yên pirrzimanî – belavok, afîş û yên dinPlakate etc. – peyde bikin û daxînin:

Bi rêya forma miraceatê ya li ser înternetê, bi awayekî bê pere, doza materyalên me yên agahdariyê bikin.

Zum Seitenanfang springen