KURMANCÎ / KURDISCH (KURMANDSCHI)
Salê 365 rojan, rojê 24 saetan, bi awayekî belaş hûn dikarin xwe bigihîninê
Telefona Hewarê ya li dijî şideta beramberî jinan, derheqê her rengê û şiklê şidetê de xizmeta şêwrê dide jinên mexdûr: di şideta nava malê û ya cinsîkirî de, di zewaca bi darê zorê, bazirganiya mirovan yan jî zerardayîna organîn cinsî (wekî sineta jinan, têbîniya wergêr e).
Herçî şêwr e, bi awayê ku nav û nasnameya we veşartî be û mahrem pêk tê û bi alîkariya wergêrên bi gelek zimanan tê misogerkirin.
Şêwirmendên me mirovên pispor in ku xwedî tecrûbe ne di warê şêwirmediya jinên bûyî mexdûrê şidetê de. Ew şêwirmendiya destpêkê ya psîko-civakê û destwerdana rewşa krîzê (hewarê) dikin. Li ser daxwazê, ew navbeynkariyê dikin da ku kesên li alîkariyê dipirsin bigihin sazî û dezgehên piştgirî û alîkariyê yên li cihê cih yên wekî Dezgeha Şêwirmendiya Jinan yan jî Stargeha ji bo Jinan yên nêzîk.
Nas, xizm û pisporên destekkar û alîkar jî dikarin telefonî vê hejmara Telefona Hewarê bikin.
Ev xizmeta şêwirmendiyê bêyî ku li çîn û nasnameyên civakî û etnîk, baweriyên dînî û biryarên cinsî ûnasnameyên kesa li alîkariyê dipirse, were nihêrîn tê misogerkirin.
Hûn dikarin bi vê hejmarê xwe bigihînin me: 116 016
Li vir jî hûn dikarin materyalên me yên agahdarkirinê yên pirrzimanî – belavok, afîş û yên dinPlakate etc. – peyde bikin û daxînin:
Bi rêya forma miraceatê ya li ser înternetê, bi awayekî bê pere, doza materyalên me yên agahdariyê bikin.